Sunday, 20 May 2012

Balafirên Amerîkî,

AddThis Social Bookmark Button

gggBalafirên Amerîkî, Sûriyê bombebaran kirin

KNN/Cîhan/ Li gor ragîhandina telewîzyona El Dûnya ya Sûriyê balafirên Amerîk li navçeyeke Sûriyê ya nêzîkî sînorê Iraqî bombebaran kirine û 8 kes jiyana xwe ji dest dane.

Cîhên ku ji aliyê balafirên Amerîkî hatine bombebarankirin, li hêrêma Ebû Kemal bûye û kesên jiyana xwe ji dest dane jî, karkerên avadaniyekê bûne. Rayedarekî Sûrî ev nûçe piştrast kiriye. Lê di nûçeyên telewîzyona dewletî de jî dihête gotin, gava avadanî dihête bombebarankirin, di heman demê de leşkerên Amerîkî jî dikevin nav avadaniyê.


Ajansa Nûçevanî ya fermî ya dewleta Sûriyê radigînîne ku dewleta Sûriyê bi wasîteya sefîrê Amerîkî û Iraqî yên Şamê li dij Dewletên Yekbûyî Amerîkayê peyama protestoye û şermezarkirinê şandiye.

KNN/Zagros Baran

www.kurdistan-news.net