Kîmyawî hat îdamkirin!

Yazdır PDF
kimyawyaresKNN/Kurdistan-Iraq

Elî Kîmyawî,  qesabê Kurdan cezayê xwe dît!

Berdevkê fermî yê hikûmeta Iraqê Elî Debax ragihand ku Elî Hesen Mecîd yê bi leqeba Elî Kîmyawî naskirî îro hat îdamkirin.

Berdevkê fermî yê hikûmeta Iraqê Elî Debax ragihand ku Elî Hesen Mecîd yê bi leqeba Elî Kîmyawî naskirî îro hat îdamkirin.

Elî Hesen Mecîd kurxaltiyê Sadam Husên e, di dema rejima jinavçûyî ya Beasê de berpirsê navçeya bakur û tawanbarê sereke yê kîmyabarankirina Helebçeyê û Enfalê bû.
Dadigeha Bilind a Tawanan a Iraqê jî li ser van tawanan bi îdamê ceza kiribû û îro ew hikum hate bicihanîn.

Elî Hesen Mecîd 5 meh piştî hilweşiyana rejima Sadam hatibû girtin. / NetKurd