Sunday, 20 May 2012

Kürdistan

Xezeb-Xerîbî / Eskerê Boyîk

AddThis Social Bookmark Button

Pírtûk-Roman/ Van roja Weşanxana DENG beşa duda ya romana Eskerê BOYÎK a nû XERÎBÎ weşand. Beşa ewlin: XEZEBA XWEDÊ, GUNDÊ ÊZDÎYAN di sala 2004 a dîsa ji aliyê DENG da hatibû weşandin. Bûyerê herd beşê romanê jî li Kurdistanê, sedsala 19 an da diqewimin: Naverok jîyana Kurden Êzdî ye. Dîroka Êzdiyan bi xûna wan hatye nivîsar. Bi rastî jî eger Êzdî ji pey ewqas zulm û xezeb ra hene, heyîtiya xwe xweyî dikin, ew ecêbek ji ecêbên dîrokê ye.

Di vê beşê da, ji pey ferman û qirkirina gundê xweyî şên û mezin ra, birrek zilam, jin, zarok, kal, pîrên Êzdiyan li zozana xilaz dibin û direvin, ku ji xezeba dîn-dijminatiyê xwe û Êzdîyatiya xwe biparêzin. Rêke pirr dijwar dikeve pêşiya wan... Li nav qetil û zulmê, cerd, xelayî û nexweşiya ra derbas dibin. Li welatê xwe, di nav gelê xwe da sitarekê ji xwe ra nabînin... Weletê kal-bavê xwe da bêcî û bêwelat in... Berê xwe didine xerîbiyê, welatê Rûs-Ermenistanê.

Roman rûpelek e ji dîroka pêşiyên Êzdîyên Ermenistanê.

Beşa romanê ya duda 327 rûpel e.

Rûyê ewlîn hunermend Mîranê Okê çêkiriye.

Ji bo xwestinê:

Evin Turizm İnşaat ve Yayıncılık Tic. Ltd. Şti.

Kurtismail Paşa 5. Sokak Fırat Apt. No: 2 Kat:1

Ofis/ Diyarbakır

Tel: 0412 223 89 23

İstanbul Temsilciliği

Taksim Yağhanesi Sokak No:10 Kat: 1

Beyoğlu/ İstanbul

Tel: 0212 256 38 37

KOMKAR

Neumarktstr. 29 42103 Wuppertal
Tel.:0202-7180891
e- Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be '; document.write( '' ); document.write( addy_text18731 ); document.write( '<\/a>' ); //-->\n Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be Bu e-Posta adresi istenmeyen posta engelleyicileri tarafından korunuyor. Görüntülemek için JavaScript etkinleştirilmelidir.

Ji bo pirsa:

Buhayê romanê, tevî şandinê:10 Euro