Ortadoğu
Skandal: Hinek kesên nediyar paragrafek ji qanûna rojnamevaniyê derxist
Hewlêr/ Paragrafeke yasaya karê rojnamevaniyê li Kurdistanê ew bû ku çênabe rojnamevan li ser karê xwe bên girtin, lê belê piştî ku yasa ji aliyê serokê Kurdistanê ve hat îmza kirin û bi fermî li Kurditanê hat belav kirin, aşkera bû paragrafa ku dibêje çênabe ku rojnamevan li ser karê xwe bên girtin, bêyî ku kes agahdar be ji yasayê hatiye derxistin. Endamê sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê ya şaxa Hewlêrê Simku Ebdulkerîm ji Pukmediayê re got:
- Piştî ku du haletên girtina rojnamevanan li Silêmanî û Hewlêrê hatin tomar kirin, ji aliyê rojnamevanan ve nerazîbûneke zêde hat nîşan dan û hat gotin ku herçend yasya karê rojnamevaniyê li Kurdistanê, hatiye belav kirin û ketiye qonaxa karpêkirinê jî, lê belê ji aliyê dadgehê ve kar pê nayê kirin.
- Me wekî şaxa Hewlêrê ya sendîkaya rojnamevanan, li wê yekê hizirî ku ji bo şopandina wê meseleyê di çarçoveyeke yasayî de ji aliyên pêwendîdar re asmînerekê bidin. Lê belê sendîkaya rojnamevanan ya Kurdistanê di civîna xwe ya dawiyê de biryar da ku ew wê asmînerê bidin.
Ebdullah amaje bi wê yekê jî kir ku niha problem ne ew e ku yasa nehatiye bi cîh anîn û wiha pê de çû:
- Problem ew e ku benda taybet bi wê yekê ku çênabe rojnamevan li ser karê xwe bên giritn ku berê di projeyasayê de hatibû nivîdandin, niha bêyî ku kes agahdar be ji yasayê hatiye derxistin. Lewra niha aliyên pêwendîdar mijûlî şopandina wê meseleyê ne û di çend rojên bên de dê serdana komîsyona yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê bêt kirin bo da minaqeşeya vê meseleyê bike.
Navborî rakirina wê bendê ji yasaya karê rojnamevaniyê wekî sedemeke sereke ji bo girtina rojnamevanan piştî pejirandina yasayê hesiband û got:
- Divê sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê vê meseleyê bi hûrî lêkolîn bike û ji bo şopandina qonaxên dariştina yasayê di paramentoyê de komîteyek were pêkanîn bo ku sedema rakirina wê bendê bêt aşkere kirin. Ji ber ku nebûna wê bendê di yasayê de, rê di pêşiya dadgeh û dozgerê giştî de xweş kiriye ku di çarçoveya karê rojnamevaniyê de rojnamevan bên girtin.
Nefel


