Ortadoğu
Şivan Perwer: "Hunermendên Tirk bê cesaret derketin!"
Cîhan/Îşev Şivan Perwer derket programa Pusulayê ko Mithat Bereket di TRT 1ê de amade dike û bersivin Mîthatî yên li ser çîroka xwe ya destpêka dengbêjiya xwe, firarî û derketina xwe ya Ewrûpayê û projeya xwe ya vegera Tirkiyeyê dan. Şivan Perwerî her weha fikrên xwe yên di derbarê guherînên li Tirkiyeyê de jî anîn zimên û got:
- Divê dewleta Tirkiyeyê van gavên xwe yên demokratîk bi berdewamî bavêje û rê li ber demkorasî û mafê mirovan veke. Li ser pirseke ko li hêla dinê jî meseleya terorê vê gavê jî berdewam e û ev ji bo hin gavan asteng e jî, Şivanî got:
- Helbet teror ne tiştekî baş e. Ji jiyana mirovî bi qîmettir çi heye? Tu divê bila tirk be û tu divê bila kurd be, ew kes hatine dinyayê ko bijîn, ne ji bo bimirin û jiyana xwe bikin qurbana terorê, lê divê rê ji dîyalogê re bête vekirin û ev mesele bi rêya diyalogê çareser bibe.
Di derbarê vegera Şivanî ya Tirkiyeyê de jî hat pirsîn ko ji terefê hunermend û hozanên navdar ve konsereke mezin bête li darxistin û wî dawet bikin bê ew ê vegere Tirkiyeyê yan na jî wî got:
- Hunermend û hozanên Tirkiyeyê cesaretên xwe wenda kirine. Ji berdêla dawetnameyên ko îroj [Qesta wî meseleya beşdariya vekirina TRT 6ê ye] ji min re tên kirin, divyabû hunermend û hozanên Tirkiyeyê tiştekî weha bikirana. Ew heta bi roja îro jî li tiştekî weha nefikirîne. Kesî rojekê li halê min nepirsiye bê rewş çi ye û divê mirov çi bike.
Di pirsa dawiyê de ko Mîthat Bereketî pirsî bê ew ê wî di demeke nêzîk de li Tirkiyeyê bivînin, yan na?
Şivan Perwer got:
- Ez hêvî dikim û bi hêvî me. Heger dewlet gavên weha erênî berdewam bike, dê bibe.
Şivan Perwer derneket TRTya kurdî û bi rojan bû mijara minaqaşeyan. Li gora hin kesan tirsiya û neçû û li gora hin kesan jî wî xwe sivik nekir û li bende rojeke baştir sekinî, lê weha xuya ye ko ew ê bi merasimeke mezin û di demeke nêzîk de here Tirkiyeyê.
Jêder: Nefel


