Ortadoğu
Kurd û Malikî biserketin
Hilbijartinên Iraqê; Kurd û Malikî biserketin
Malikî ji 14 bajarên ku hilbijartinlêkirî li 9 bajaran serkeftin anî. Kurdan li navendên ku li gor maddeya 140-ê nakokî li serê hene gelek deng anîn. Li gor daxwiyaniya Komîsyona Bilind a Serbixwe a Hilbijartinan a Iraqê, ku vê êvarê li bajarê Bexdayê di civîneke çapemeniyê de hat ragihandin, di encamên destpêkê yên hilbijartinên civatên parêzgehan de, koalîsyona ku serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî serokatiya wê dikir; Lîsteya Dawla al Qanûn (Dewleta Qanûnê) bû lîsteya yekê a seranserê Iraqê.Ev eşkerekirin di wê demê de tê ku bes ji % 90-ê dengan hatiye hejmartin. Koalisyona Malikî ji 14 bajarên ku hilbijartin lê hatin kirin li 9 bajaran serkeftin bidest xist. Di nav van bajaran de Besra û Bexda jî hene. Koalîsyona Malikî li Bexdayê %38-ê dengan girt. Ev dibe serkeftinaka mezin li hember lîsteya Civaka Bilind a Îslamî ya El Hekîm û lîsteya Muqteda Sedr.
Li Mûsilê Lîsteya koalisyona erebên sunne a bi navê El Hedba'a ku lîsteyeka dijminatiya kurdan dike û bi şîara avêtina kurdan ji Mûsilê ket hilbijartinan, bû yekem û ji %48.4-ê dengan wergirt. Lîsteya Biratiya Neynewayê ku kurd jî tê de ne, bû duyem, ji % 25.5-ê dengan bi dest anî. Dengên reviyayiyên Mûsilê ên li Duhok, Zaxo, Akre û deverên din hê nehatine ser vê. Çavdêr radigihînin ku gava ew deng jî têkevin serê, lîsteya Birayetî ê li dor ji %28-ê dengan werbigire. Lîsteya Partiya Îslamî % 6.7 û Eniya Tirkmen jî ji %2.8 dengan wergirt. Dengên Biratiya Neynewayê ji deverên weke Şengal û Mexmûrê û hundurê Mûsilê tên.
Li gor çavkaniyên kurd li parêzgeha Nêynewa (ku navenda wê Mûsil e) û Diyalayê ku herdu jî pirraniya wan ereb in, kurdan li wan qeza û navendên ku li gor maddeya 140-ê nakokî li serê hene bi rêjeyên gelek mezin deng anîne û van deveran eşkere xwiya kirine ku wan deng dane wê lîsteyê ku dixwaze ev dever vegerin ser Kurdistanê. Ev ji bo kurdan wek serkeftineka referandumî ye.
Li parêzgeha Diyaleyê lîsteya erebên sunnî Eniya Tewefuq bi ji %21.1-ê dengan bû yekemîn, lîsteya Hevpêmaniya Kurdistanê bi dengên xwe yên ku ji Xaneqîn, Mendelî û hin deverên din ên kurdan girtî li Diyalayê bû duyem û ji %17.2-yê dengan bi dest anî. Partiya îslamî ya sunne ji bi %15-yê dengan buye lîsteya siyê li vê parêzgehê.
Kurdan li Mûsilê ji 34 kurisyan 12 û li Diyalayê ji 21 kursiyan 6 kursî misoger kirine. Li Mûsilê 31 lîste ketibûn hilbijartinan. Li Diyalayê îhtîmala mezin kurd ê kursiyeka din jî bidestxin û hejmara wan ê bibe 7 kursî:
Di nav van kursiyan de;
4 ji bo YNK-ê ne
1 ji bo PDK-ê ye
1 ji bo Yekgirtuyî Îslamî ye
Yek ji bo Partiya Sosyalist Demokrat e eger ev kursî bê misogerkirin.
Şirovekir radigihînin ku bi vê hilbijartinê hilbijêrên Iraqê yên ereb dengên xwe nedan partiyên îslamî, lê dan yên nasyonalîst û sekuler. Ev ji aliyekî de ji bo yekîtiya ereban û dewleta qanûnî baş tê dîtin lê ji bo peywendiyên navbera kurd û ereban îşareta rojên dijwar e.
Çimkî Malikî û koalisyona wî terefderê wê yekê ne ku rolên herêmên federe kêm bibin û desthelata hukumeta merkezî ya Bexdayê bê xurtkirin.
Malikî her wiha di nav orduyê de mihawele dike ku rola kurdan perawêz bixe (marjînalîze bike) û orduyeka ereb ava bike. Malikî her wiha gav bi gav esker dikêşê derûdora Mûsil, Kerkuk û Xaneqînê û mihawele dike ku yekîneyên pêşmerge yên li wan deveran bên şandin deverên din ên ereb.
Balkêş e partiya herî xurt a Civaka Bilind a Îslamî ya erebên Şîe ku El Hekîm serokatiya wê dike, li deverên xwe yên herî xurt ên wek Basra, Necef û Kerkbelayê jî biserneketiye.
Wek tê zanîn ev partî take partî bû ku li Başûrê Iraqê daxwaza federaliya herêmeka erebên şîe dikir û dihat gotin ku paralel li gel vê dengdanê ew ê sindoqan ji bo vê daxwazê jî deynin da raya xelkê van bajaran a li ser federaliyê hîn bibin. Îhtîmala mezin ev daxwaz jî zêde nehatiye qebûlkirin ku ji alî kurdan ve ev jî dibe sedemekî serêşiyê.
Di hukumeta îro ya Bexdayê a koalîsyonê de ji mitefikên kurdan ê nêzîk Civaka Bilind ya Îslamî zeîf dibe û yê ku sergêjanî jê re derdixist bayê bihêz ê van hilbijartinan digire pişt xwe, bi destekî xurttir tê nav gotûbêjan. Cihê meraqê ye ku di vê rewşa nuh de ê kurd siyaseteka çawa darêjin.
Wek tê zanîn 18 parêzgehên Iraqê hene ji van li Hewlêr, Duhok, Silêmanî û Kerkukê hilbijartin nebûn.
NetKurd


