Ortadoğu
Cesedên JÎTEMê di vê dolê de ne!
KNN/Welat/Îtîrafkarê kevin yê PKKê û zilamê kevin yê JÎTEMê Abdulkadir Aygan di derbarê cîhên ku cînayetên JÎTEMê li wê pêk hatine û her wiha cesedên Kurdên kuştî li wê hatine binaxkirin de çi gotin, yek bi yek rast derdikevin. Aygan jibo van kûjyeriyên JÎTEMê cîh, dem û nav bi nav destnîşan kiribûn.Rojnameya Tarafê bi Ayganî re heypeyvîneke berfireh çêkiribû û di dawiyê de ev rojnameya dijber ya li Tirkiyê niha yek bi yek cîhên ku JÎTEMê li wan deran Kurd kuştibûn û ew binaxkiribûn dide îlankirin.
Ayganî gotibû, "Sê kes li Amedê ji aliyê JÎTEMê hatin îşkencekirin û paşê hatin kuştin!" û jibo vê kûjyeriyê jî cîh, dem û navên kûştiyan destnîşan kiribûn. Niha li wî cîhê ku Aygan behsa kuştina sê kesan dike, di navbera salên 1996-97 an de cesedên 7 kesan hat dîtin û yek ji wan jî jin bû.
Her kesek dizane ku di vî cîhî de gelek cesed hatin dîtin û ew hemî ji aliyê fermandariya Cendirmê ya Navendî ya Amedê hat teslim girtin, lê heta niha derbarê nasnameya van kesan de çi agahî bo xizmên wendayiyan nehate dayîn. Rojnameya Tarafê niha "navnîşana noktê" daye û daxwez ji Dozgeriya Komarê ya Amedê dike bila li wî cîhî "li devera rêya ku ji Amedê berev Farqînê diçe, di navbera 5. kîlomêtir û 10. kîlomêtir de piştî derbasbûna gundê Qereçalî û berev nêzîkê gundê Xanê û piştî ku derbasbûna rêye xakî ya 2-3 kîlomêtir li girdeke biçûk!" belê li vê deverê çend cesedên kuştiyên failê meçhûl hene û ew hatin deranîn an na?
Şahid bo rojnameya me axifîn
Rojnameya Tarafê bi Hakki Kaya, Remzî Kaya, mûxtarê Gencan Vahdettîn Sariçelîk û mûxtarê dema bûyerê Eyûb Ogmenî re hevdîtinek pêk anî.
Her wiha Aygan bes "navnîşan" nedabûn, wî di heman demê de behsa wan kesên ku li wê deverê kî hatibûn kuştin û paşan hatibûn avêtin kiribû. Yek ji van jî Hakki Kaya bû. Aygan di axiftina xwe de dibêje "Jiber ku qîzeke Hakki Kaya li çiyê bû û jiber vê yekê JÎTEMê ew revand û kuşt." Her çi qas lawê wî gotibe jî, "Qîzeke bavê min tunebû û Gulîzar jî navê dayka min e!" navnîşan rast hatibû diyarkirin. Li berwara çemê ku Aygan behiskiribû gundekî bi navê Gencan heye û mûxtarê vî gundî Vahdettîn Çelîk û hin şahidên din, ev deh salin vê bûyerê wekî sir vedişart, lê niha wan jî biryar da ku ew dê êdî vê sirê eşkere bikin û çûn serî li Navenda Mafê Mirovan xist.
Îfadeya Sariçelîkî mirov dibehîtandin, hem jî wî li ber bûyerên tarî yên wê demê ronî dikirin. Wisa diaxife Sariçelîk: "Mehên 7 yan jî 8. ya sala 1997an bû. Zarokên 9-10 salî yên şivanî dikin hatin û gotin ku wan li berwara wî çemî de çend cesed dîtine. Berê ez tirsiyam û ez neçûm wê derê. Lê paşê min xeber gîhand fermandariya Cendirmê ya Navendî ya Amedê. Cemseya cendirme hatin û wan em ji gund birin. Em pêkve çûn wî cîhî ku cesed li wê derê ne. Me du cesedên tazî û riziyayî dîtin. Me bi tevî leşkeran ew cesed hildan û li erebeya cendirme kirin. Wan jî ew cesed birin morga nexweşxaneyê."
Cesedên di nav çewalê de
Şahidiya Sariçelîkê ne ew qas bûn. Dîsa di wan deman de ev car ji aliyê mûxtarê wê demê Eyûb Ogmen nûçeyeke di derbarê du cesedan de anî: "Yek ji wan keçeke 20-25 salî bû, yek jî law bû û nêzîkî 25-28 salan de bû. Herdu jî di nav çewalan de bûn. Me dîsa xeber şand eynî qereqolê ya cendirme ya Amedê. Ew jî hatin û di vê navberê de wan jî du cesed dîtin. Herdu cesed jî mêr bûn û ew jî di nav çewalan de bûn. Dîsa mûfreze hatiye û ew cesed birine. Lê di wê demê de li aliyê rast yê rêya gund de cesedek din jî hatibû dîtin."
Îtîrafçiyê bi navê kod "Cemal"
Li gor şahidiya mûxtarê kevin yê vî gundê Gencan di wan deman de yekî bi navê kod "Cemal" hebûye, ku wî ji her kesî re ferman didan, dilê wî kî bixwesta dikarîbû bikûşta, yan jî bi tirsa kuştinê jê pere û hebûnên dewlemendiyê jê sitandiba, yanê welhasil kod "Cemal" li deverê wek îtîrafçiyekî PKkê di nav JÎTEMê de wekî padişah bûye û zulmeke mezin li ser kesên wê deverê pêkaniye, lê heta niha çi dengekî ji vî îtîrafçiyê derneket, gelo dawiya wî çi bû? JÎTEM û saziyeke din ya Cendirmê jî çi bersiv nadin. Lê rojnameya Tarafê bi biryar e ku ew dê di wê devera ku jê re dibêjein "dola cesedên JÎTEMê" de lêkolîn û lêpirsiyariyên xwe bide berdewam kirin. Taraf di manşêta xwe ya îroyîn de balê dikşîne ser vê mijarê û dibêje: "Em navnîşnê didin, herin û lêkolin..."
Rêya Hênî cesed tijî
Dîsa rojnameya Tarafê dide destnîşankirin ku rêya ji Amedê berev Hênî (Hanî) cesedên kuştiyên Kurd yên bi " Failê Meçhûl" hatine binavkirin tijî ne. Rojname, rayedarên dewleta Tirkiyê û Dozgeriya Komarê ya Amedê vedixwîne ser erkên xwe ku bihên û van derna lêbikolin, bê ka çi zulm û kûjyeriyên hovane hatine kirin û bi vî aweyî belkî gelek bûyerên "Failên Meçhûl" bihên ronîkirin.
Kurdistan News KNN/Zagros Baran
Çavkanî: Taraf


