Kitap
Xezala Warê Germiyan...
KNN-Pirtûk/ Xezala warê Germiyan…
Ji Zeynel Abidîn berhemeke nû... Xezala warê Germiyan… Dîwaneke bi sê zaravên Kurdî, Kurmancî, Kirmancî û Soranî... Ev pirtûka helbestan li Berlîn ji nav Weşanên Han derketiye. Helbest ji 2 beş, 12 helbest û 112 rûpelan pêk dihe. Navê beşa yekemîn „Nemamî Xendekanît“, navê beşa dûyemîn jî „Xezala Warê Germiyan“ e. Du taybetiyên vê pirtûkê yên balkêş hene; yek ji van, ev e, ku sê zaravên Kurdî jî di helbestan de hatine bikaranîn (Kurmancî, Soranî û Kirmancî). Yanê ev dîwan ji her sê zaravên me yên xweşawaz pêk dihê. Beşa yekemîn ji helbestên serbest pêk dihê û tê de 11 helbest hene. Beşa dûyemîn, nêzîkî nîvê pirtûkê ye, hemî ji helbestekê pêk dihê. Navê pirtûkê ji navê vê helbesta dirêj hatiye danîn; ev helbest wek çîrok-helbest e. Zeynel Abidîn nivîsandina çîrok-helbesteke nûjen ceribandiye.
Di vê çîrok-helbestê de jî helbestvan sê zaranan carina ji hev cûda û carina jî di nav hev de bi kar anive; bo nimûne di beşa dûyemîn de du rêz yek bi Soranî û yek jî bi Kirmanckî nivîsiye: „Ti şiya, ezîk mendo, zerê mi zê adirî wêşeno / Aya to ezanî, jiyan niye, dozex e jiyanî bê to!“
Îdîaya serkeftinê cûda ye, êdî ew dimîne li ser xwendevanên pirtûkê, lê bi rastî sê zaravên me yên xweşawaz, bikaranîna wan di nav helbest yan jî dîwanekê de, berî her tiştî ji çav, guh û dilê mirov re baş dihê. Û her wiha ceribandineke bi nirx e, dijwar e û ked dixweze.
Fermon, çend helbestên ji pirtûkê jibo we birêzan hatiye pêşkêşkirin:
Sikalay keçêkî Kirmanc le Xiwa!
Xiwaye,
lebûnî xoşewêstî man kem mekey
û biryarî minalaneyî nawaxin man
meyîdey dest nahezan,
ke ewaney
be jan
û giriyan man
to etpersiten.
To gewre yî
û gewrebûnit zor hêja ye,
ewende hêja ye,
ke le katî gewrebûn lêt weregrîn,
minalîbûnî xodman ekûjîn,
xoşewêstî ekûjîn
û ebîn be bendeyî gewrekan.
Çikolanej bê,
cîge le xoşewîstî,
aya bûnêkîtir man heye?
Lê man gerê,
ba bemînalî man bijîn û
le rêgayî gewrebûn da
biryarî xoşewîstî xomanî
heta hetayî qurbanî medeyîn.
Lê man gerê,
ta ew laşe let kirawa man
be şimşêrit,
serlen nûwê
yek bigirin
û bebin be yek.
Xo to wat nekirdibû?
Berbesyîşa jî cêneke Kirmanc Heq ra
Heqo,
to heskerdena ma
kêm meke
û qerarê
domananiya zerê ma
nedeyî destê neyaranê ma ke,
ê to ebê berbeyîşa ma
tesdîq kenê.
To girs a
û girsbiyona to zaf hêca ya,
hên hêca ya,
ma waxta ke
girsbiyonê to ra bicême,
domananiya xo kîşenemê,
heskerdena xo kîşenêmê,
û benîmê koleyê
mordemanî girs…
Qiçik bî kî,
kamce wayîrê ma yî raşt esto
eger heskerdena ma nebê…
Ma caverde Heqo,
ma domananiya xo
zê xo jiyan bikemê
û rayê girsbiyonê ser de
qerarê evîna xo ya evrayî
feda nêkêmî.
Ma ca verde,
gowdê ma
ki ebê şûrê to
biyo du qet,
sebeno,
jû bîn bifetelê
û onca biberê jû?
Ma ti kî hîn nîkerdîbî?
Xezala Warê Germiyan
3
Zagros dilşad e
çima, nizane
lê gelek dilşad
hem jî bi hêvî
qasî ku bêjî û nebêjî
hêvî û evînê
daye pala xwe
gula sor pêçaye
nazik,
narîn û lerzîn
mîna zilfên Xezalê
li nav Ala xwe…
Ala Rengîn
Zagrosê sar
û çetelên cemedê
bi te re xweşmêr
û daîm bê perwa
şervanekî lezgîn
heta hetayî
ez ê bi tenê
min bibe bigîhîne
secdeya rojê
li ser dilê min
agir ne
henasên Xezala min disojê.
Zagros dimeşe
dihê ber çiyê
roj hîna roniya xwe
nedaye siyê.
Çiya, sar
çiya, tarî
pezên şiwanê bajar
tî û birçî ne.
Payîz e,
payizeke bi keder
li ber çiyê
li binê zinarekî
şiwanekî dilsoz
şivanekî qemer
hîna niviyayê.
Dihê ber serê Şiwan
„Lo Şiwano, rabe
pezên te birçî
ez ê westiyayî
ma kîjan bê bext
dilşad û azad be
li vî çiyayî?”
„Ew ez im û tu yî
hey Xerîb,“ dibêje Şiwan,
„eger şîr dixwezî
wele min guman nîne
tasek şîr jî
bi min xenîm be.
Na eger bêjî
li rojê digerim
roj li berev hilatê
êdî roj nîne
dema rojavayê
hem roj bi xwe ye
hem jî
li serejorê zinaran
li benda evîneke dilwêran
Xezaleke çavşîn
li bendê dimîne…
4
Bihar e
bihar li ber şaxên wî alî,
meha Avrêlê
jîn û jîndarî
dewr û ber, kesk û şîn
kolanên bajarî ron
mirovên bajarî
bi ken û dilşad
baran dibare
hêvî şîn dibin
evîn gêş dibin
Zagros
di nav jiyaneke derya şîn de
deryaşîna xwe digere
kûçe bi kûçe
tax bi tax
Avrêl mîna giriya Xezala wî dibare…
Mi kilîdê koyî kerdo vîn
Lê ez to ra hesken, her daîm
Dengbêjekî ji Dêrsimê disitre
dûrîka wî birîndar
ji nav kolanên bajarî,
disûje û diçe
Xerîb teniya û bê xem
mirinê difikire
mirineke asan û bê deng
ma ew ne sitrana wî bû
şervanê kevin,
dildarê nû
bê kilîdê koyî
şervanî çi ye,
îsyaneke şerm dikeve dilî
sêyîdekî dîn,
bi gazind, bi gilî
li Koyê Mûnzûrî
kilîda xwe digere
Xerîb, li Xezala xwe
li vî bajarî…
Bê hay û bê hemdê xwe
dihê ber meyxaneyekê,
ji her miletî
derdkêş hene
dipeyîvîn,
dipeyîvin,
vedixwin
dengê sitraneke xemgînî dihê
ji aliyekî ve,
wêneyekî li ber dîwarê guşe
bi cil û bergên Soran
şervanekî siwar
bi hespê kûmet
li Berde Qereman
banga Şêx Mehmûdê Berzencî dike
“Canfîdayî birînekanî tom
Şêxî gewrem,
fîdayî giyanî nemirdekan…”
.
Li guşê rûdine
pala xwe didiyê dîwar
dîwara şervanê Soran
keçikeke çawşîn
tu dibê Xezal e
tê li pêşwaziyan
çavên keçkê
hêşîn hêşîn
dibiriqin
dikenin,
bi girnijîna derya mawî
gulkeneke delal:
„Be ser çaw“ dibêje
bi dengekî nermîn
û viyan tijî
xoştameke ji ava zelal
Xerîb, ji xwe derbas bûye
bi halekî mirî
ji dilşadiyê
ji hemî hestên jiyandariyê
meyekê dixweze
meyeke sor
ji deşta Geverî…
Sitranekê bipel dibe
sitraneke Serhedî,
mîna giriyên bêhêviyan
hêdî hêdî
û zirav
diherike ser dilê herdu dildaran…
Va dîsa bû şev xewa min nayê
Van şevên tarî dawî lê nayê (*)
Bi badeheke din
Xerîb ne
sitran diherike
mey diherike
Xerîbê destana me
bi hesteke ne nas
bi xemeke bê hesab
ji nav dil û cergên xwe
daxwezekê dike:
„Şeraveke din dixwezim
Gulkena delal,
bi dûrîkeke
ji îşq û
jana xezalan…“
Delal mehçûb,
xende û adan
mîna ku Xezal
serê xwe dihejîne,
bejna xwe dihejîne
sitran dest pê dike
rihê Xerîbî dihejîne:
Min dît Xezal xoşevînê
Min dît çavên deryaşînê
Bi ro bi şev jan bikêşim
Minet nîne ji mirinê
Min dît Xezal xem digîrî
Dil bi kerb e, çav hêsîrî
Çavên hêşîn bes bikenin
Can fîda be ez ê mirî
Min dît Xezal viyan tijî
Xema işqê, dil disojî
Min tu divê yara delal
Ez ne, tu vê îşqê bijî
Min dît Xezal xem dinêre
Rûyê heyvê sor dibire
Şev dirêj in, jiyan pir kin
Were umrê me dibure
Min dît Xezal êdî nayê
Dil dibêje li min wayê
Nebûna wê bûye agir
Li nav cergê min berdayê
Rindê,
Rinda warê dûr,
ji dûr ve
bi coş û heyecan
ji nav çavên xwe
çavên derya mawî
ji nav cergê sûtayî
mina camekî şikestî
li nav çavên Xerîbî dinihêre
Xerîb dibe dewran…
Navê rindê, Xezal
çavşîneke deryayî,
aveke zelal
ne ji vî şarî,
ne ji van deran
ew jî xerîb
ji awirên Xerîbî
ji awirên bi îşq
ketiye bê hal
bi hesteke diljan
neçar maye
dilerize
mîna pelên biharê
Xezala warê Germiyan...
Xezala Warê Germiyan/Zeynel Abidîn
Weşanên Han-2008/Berlîn
ISBN: 978-3-940997-07-4
Bi tevî bihayê postê: 7,00 €
Navnîşana daxwezkirinê:


