|
20 Mart 2009
Kitêba Selahattin Bulut a nû ‘Xadim' ku ji çîrokek dirêj pêk tê, di nav weşanên Avesta de derket.
Ev kitêba Bulut a duyemîn e û kitêba wî ya yekem a çîrokan ‘Bihuşta Lal' di 2006an de li eynî weşanxanê çap bûbû. ‘Xadim', li ser hepisxaneya derve ye. Jêhatê ku piştî 10 salan ji hepsê derdikeve, li derve rastî hepisxaneyek din tê. Şopên deh salên buhurî ên li ser bedena wî, wî ji hepsê bêhtir êsîr dikin. ‘Xadim' çîrokeke ku di dawiya wê de sekin tune; dawî şeva reş û di nav wê tariyê de windabûn e. Ji kitêbê
Jêhat serê xwe bera ber xwe da. "Hela destê xwe berde..." Jêhat ricifî û destê xwe li ber xwe şidand. "Tu ne mêr î!" Jêhat dengê xwe nekir. "Tu tê were tu nayê ez radibim!" Pîrekê got û nigê xwe bi kêleka qaryole ve berda. Jêhat pişta xwe da pîrekê, kincê xwe li xwe kir û derket. Heşê wî sekinîbû, wê çi bikira, bi kû de biçûya nizanîbû, ne ji bo mirinê ne jî ji bo jiyanê taqeta wî nemabû, ket kuçakê, ji wê kuçê ket yeka din û zîz bû... Winda bû...
SELAHATTIN BULUT
Di sala 1954an de li Dêrikê hatiye dinyayê. Enstîtuya Perwerdeyiyê li Mêrdînê qedandiye. Li Dêrikê û li Qersê du salan mamostetî kiriye. Ji ber xebatên xwe yên siyasî di sala 1981ê de hatiye girtin û di Hepisxaneya Diyarbekirê ya Eskerî de heşt sala girtî maye. Di sala 1997an de li Stenbolê Kitêbxaneya Medyayê ava kiriye. Li ser jiyana Hafiz Akdemir û Edip Karahan sê kitêb amade kirine. Di hin rojname û kovaran de nivîs û çîrokên wî hatine weşandin. Kitêbek wî ya çîrokan bi navê ‘Bihuşta Lal' (Avesta, 2006) heye.
Xadim
Selahattin Bulut
Çîrok
ISBN: 9789944382526
19.5x13, 96 rûpel, 9 YTL
ji bo foto û agahiyên li ser Selahattin Bulut û berhemên wî hûn dikarin li www.avestakitap.com binêrin.





