|
20 Mart 2009
Kurdistan News -KNN/ Roman/ SÎMYAGER, PIRTÛKA KU KARWANIYEKÎ EW ANÎBÛ, girt destê xwe. Bergê pirtûkê tunebû, lê dîsa jî wî fêmkir ku nivîskarê pirtûkê kî ye: Nivîskar, Oscar Wilde bû. Gava rûpêlên pirtûkê werdigerand, rastê çîrokekê, ku behsa Narkîssosê dike, hat. Ji bo Sîmyager J. yê ku razên Kevirê
Felsefê dizane û wî bi kar tîne
Gava ku di rêya xwe de diçûn, Îsa ket nava gundekî. Jineke bi navê Marta ew hilda mala xwe.
Yek jî, xwengeke wê ya bi navê Meryem hebû, ew jî li ber binê lingên Rabbê rûdiniþt û guhdida peyvên wî.
Lê Marta, ji ber pirbûna kar û barên xwe xweþaþ kiribû; çû cem Îsa û got:
- Ya Rab, ma qey ne tiþtek e, ku xwenga min di xizmetê de min bi tenê dihêle? Ca jê re bêje bila alîkariya min bike. Lê Rabbê bersiv da wê û got: - Marta, Marta tu ji bo gelek tiþtan berxwe dikevî û telaþê dikî; lê pêdiviya tiþtekî heye û Meryemê ew para ku wê ti car jê neyê standin, hilbijardiye. ÎNCÎL, LÛKA, X, 38-42 Peyvapêþ SÎMYAGER, PIRTÛKA KU KARWANIYEKÎ EW ANÎBÛ, girt destê xwe. Bergê pirtûkê tunebû, lê dîsa jî wî fêmkir ku nivîskarê pirtûkê kî ye: Nivîskar, Oscar Wilde bû. Gava rûpêlên pirtûkê werdigerand, rastê çîrokekê, ku behsa Narkîssosê dike, hat. Sîmyager, efsana Narkîssosê, ya vî xortê bedew, ku ew ji bo temaþekirina bedewbûna xwe her roj diçû perava golekê, dizanîbû. Ev xort ew qasî evîndarê þiklê xwe bûye ku, rojek bê hemdê xwe ketiye golê û tê de xweniqiye. Li cîhê ew ketiye, çîçegek vekiriye; navê vê çîçegê jî nêrgiz hatiye dayîn. Lê Oscar Wîlde, çîroka ku wî bi xwe nivîsiye, bi vî aweyî xilas nedikir. Oscar Wilde wisa dinivîsî; Xwedajinên Oreas ên daristanan hatine ber perava gola bi ava þirîn û dîtine, ku ew bûye kewanozeke hêsrên bi êþ. - Bo çi digrî? gotine û pirsîne Oreas`an. - Ji bo Narkîssosê digrîm, golê gotiye. Li ser vê yekê; - Ma çi heye, mirov di vê de þaþ bimîne, gotine Xwedajinên daristanê. Em di van daristanan de beyhûde li peyî wî digeriyan û disekinîn, lê bes te karîbû ji nêzîk ve bedewbûna wî bibînî. - Narkîssos xortekî xweþik bû? golê gotiye û ji wan pirsiyar kiriye. Oreas`an heyirîne: - Ma kî dikare vê yekê ji te baþtir bizanibe? gotine û lê vegerandine. Ew her roj dihat û li peravên te dinihêrî? Gol, lezekê bê deng maye. Piþtre wisa qisekiriye: - Ji bo Narkîssosê digrîm, min qet bedewbûna wî jî seh nekiribû. Ji bo Narkîssosê digrîm, ji ber ku gava ew li ser avên min xwar dibû, min di kûranîhên çavên wî de þewqa bedewbûna xwe didît. - Eve çîrokeke pir xweþ, Sîmyagerê got. * Beþa Yekemîn NAVÊ XORTÊ SANTÎAGO BÛ. GAVA KU BI PEZÊN xwe hat ber dêra kevn û terikandî, roj hema hema diçû ava. Baniya dêrê ji mêj de rûxiyabû û li wî cîhê, ku di dema xwe de eþyayên ayînê hatibûn danîn, dareke firawinhêcîra terikî bilind bûbû. Xort biryar da, ku li vê derê þeva xwe bike. Hemû miyên xwe di deriyê hevdaketî re xiste hindur. Çend texte jî danîn ber derî, ku bila pez di þevê de dernekevin û neçin. Di vê herêmê de gur mur tunebûn, lê wî, carek ji bo dîtîna miyeke fîrar, sibetirê hemû roj mecbûrê lêgerînê bûbû. Kulavê xwe li erdê raxist û xwe li ser dirêj kir, pirtûka xwe ya xwend û xilaskirî, wek balîfek danî binê serê xwe. Berê ku di xew re biçe; difikirî, da ew divê pirtûkên hin qalintir bixwîne: Hem xwendina wan dirêjtir dikiþandin û hem jî di þevan de dibûn balîfên bi rihettir. Gava hiþiyarbû, hawîldor hê jî tarî bû. Li jor nihêrî, ji navbera baniyên nîv nîvî hilþiyayî, stêrên helkirî dihatin dîtin. "Xwezî hinek dîsa biniviyabama," got di hundirê xwe de. Wî dîsa xewna xwe ya berê heftiyek dîtîbû, dîsa bêyî bidawîbûna xewna xwe, hiþiyar bûbû. Rabû ser xwe, firtek ji þeravê vexwar. Piþtre çoyê xwe girt destê xwe û dest bi hiþiyarkirina miyên xwe yên xewreçûyî kir. Sehkir, piraniya heywanan eynî mîna wî ji niþka ve ji xewê hiþiyar dibûn. Mîna hêzeke sirî, jiyana wî bi jiyana miyên, ku ev du sal in di peyî avê û xwarinê de bi wî re li hemû welat digerin û disekinin, girêdabû. "Wisa hînê min bûne ku, sîstema min a demjimêrî jî dizanin," got xwe bi xwe û bi dengekî nizim. Hinek ponijî û piþtre wisa fikirî: "Belkî jî, bîleksê vê gotinê rast e." Belkî jî ew bi xwe hînê dûzena heywanan bûbû. Lê dîsa jî hinek mî hebûn, ku hiþiyarbûna wan dereng dibû. Bi dengkirina navê wan û bi darê xwe ve, wî yek bi yek ew hiþiyar kirin. Wî herdem bawer dikir, miyên wî hemû gotinên wî fêm dikin. Ji ber vê hindê jî, hin beþên pirtûkên ku ew pê tesîr bûye, ji miyên xwe re dixwend û car caran jî, ji wan re behsa tenêbûna þivanekî li nav geliyan digere, an jî, behsa þahiya jiyanê dikir; car caran jî, ji wan re behsa nûyatiyên bajarên ku wî tê de geriyaye dikir û ev yek jî, êdî jê re bûbû xûy. Lê, ji berê rojekê heta niha, behsa çi tiþtekî nekiribû, ji bilî ew keçika ciwan a li wî bajarî, ku ew ê incax di çar rojan de xwe bigîhînine wê. Qîza tûcarekî bû, ya behsa wê kirî. Sala çûyî, bes carekê hatibû vê derê. Tûcar xwedî mexazekî qûmaþê bû; ji ber ku di derbarê malên sitendî de neyê xapandin, wî dixwest bila mî li ber derê mexazê wî bên birîn. Hevalekî wî behsa vî mexazeyî kiribû jê re, þivan jî miyên xwe biribû wê derê. * "DIXWEZIM HINEKÎ HÊRÎ BIFROÞIM," GOTIBÛ ÞI-van, ji tûcarê re. Dikan qerebalix bû, kar pir bû; ji ber vê yekê tûcar ji þivanê re got, bila heta esrê li benda wî bisekine. Li ser vê, þivan jî çû li ser peyarê ber firoþgehê rûnîþt, ji heqîba xwe pirtûkek derxist. - Min nedizanîbû, þivan dikarin pirtûk bixwînin, got dengê jineke li ber serê wî. Bi keziyên xwe yên reþ û dirêj, bi çavên xwe yên, ku bi rengekî diyar û nediyarkirî fatîhên Maxrîbî yên kevin tînin bîra mirov, ji serî heta neynûkan qîzeke Endûlîsî bû, kesa diaxifî. - Pez ji pirtûkan zêdetir mirov perwerde dikin, got þivanê gênc. Ji du saet zêdetir sohbet kirin. Keça Endûlîsî gote wî, ku ew qîza tûcarê ye, di derbarê jiyana gundîtiyê de, ku her rojên wê mîna hev in, qisekir. Þivan, ji geliyên Endûlîsî, ji nûyatiyên bajarên, ku wî serdana wan kiriye behis kir. Ji ber ku niha mecbûrê axaftina ya bi miyên xwe re nîn e, þivan gelek dilþa bû. - Hûn çawa fêrê xwendinê bûn? keçikê jê pirsî. - Mîna her kesek, got û bersivand þivan. Li dibistanê. - Baþ e, lê madem hûn xwendinê dizanin, bo çi þivantî dikin? Xort ji ber ku vê pirsiyarê nebersivîne, xwe da kherbûnê. Wî bawer dikir, keçikê ji bersiva wî çi tiþtekî tênegîhîje. Ji ber vê jî, berdewama behsa çîrokên rêwîtiyê kir. Çavên biçûk û Maxrîbî yên keçikê, ji ber meraq û heyîrînî terikî dibûn, vedibûn û carna jî piçûcik dibûn. Bi derbasbûna demê, þivan di hindurê xwe de daxwez dikir, xwezî dem qet derbas nebûya, karên bavê keçikê qet xilas nebûna û ji wî bixwestiba, bila sê rojan dîsa li benda wî bisekine. Wî seh dikir, tiþtên heta niha hîsnekirî ketin ser dilê wî. Dixwest, li cîhekî bi cîh bibe û heta bê dûmahî li wê derê bijî. Li cem vê keçika ciwan a bi zulifreþ, bê guman, roj li hev nediþiviyan. Lê di dawiyê de tûcar hat û jê re got, bila hêriyên çar miyan biqûsîne. Piþtî dayîna deynê xwe, jê xwest, ku bila sala dihêt jî serdana dikana wî bike. * NIHA JI BO KU EW XWE BIGÎHÎNE VÎ BAJARÎ, DI pêþiya þivanê de çar roj hebûn. Ji ber heyecanê, dilê wî di hindurê wî de bi cîh nedibû, lê qisaweteke tarî jî dilê wî dorpêç kiribû: Belkî wê keçikê ew ji bîr kiribû. Ji bo ku hêrî bifroþin, gelek þivan serdana wê derê dikirin. - Pir jî ne girîng e, got gava bi miyên xwe re qisedikir. Ez jî, di cîhên cûda de keçikên cûda dinasim. Lê ji kûranîhên dilê xwe de dizanîbû, ew ne di wê rewþê de bû, ku bibêje "pir jî ne girîng e." Wî dizanîbû; eynî wek deryager û firoþgeran, þivan jî dikarin rojek li serdana bajarekî bikin û li wê derê yekê bibînin, û bi saya wê kesê jî dawî li gera xwe ya beredayî ya li rûyê erdê bînin * GAVA KU TAVÊN ROJÊ DEST BI BILINDBÛNA JI berbangê dikirin, þivan pezên xwe berbi rojhilatê dimeþand. "Ti car xwe bi pêwîstiya biryardanekê nabînin," got xwe bi xwe. "Belkî jî, ji ber vê yekê daîm li cem min disekinin." Mî, ji bilî av û xwarinê çi pêdiviyek hîs nedikirin. Wek þivanê wan, wî baþtirîn cîhên çêrandinê yên Endûlîsî dizanîbû û ji ber vê yekê jî dostaniya wan pê re xirab nedibû. Rojên xwedê, di navbera rojhilatî û rojavabûnê de derbas bibûna û bi saetên dirêj dirêj bikiþandibana jî, di umrên xwe yên kinik de yek pirtûkek nexwendibana û zimanê þivanê, ku behsa pêhatiyên li gundan dike qet fêm nekribana jî. Bi xwarin û avê ve çavtêr dibûn û ev yek têra wan dikir. Li gel vê yekê, hêriyên xwe, hevaltiyên xwe û carna jî goþtên xwe bi comerdî pêþkêþ dikirin. "Rojek ji rojan, eger ez bibûma cinawirekî û min yek bi yek ew bikuþtana, incax piþtî ku min ew hemû qetilkirin, ew ê hiþiyar bibûna," xort di hundirê xwe de got. "Ji ber ku bi min bawer dikin û êdî bi hestên xwe yên navînî tevnagerin. Ev yek wisa ye, ji ber ku ez wan dibim cîhê çêrînê." Xort dest bi heyirîna bi ramanên xwe kir û êdî miyên wî li ber çavên wî pir ecêb xuya dibûn. Dêra ku di hindurê wê de dara firawinhêcîrê bilind bûbû, belkî jî bi cîn û perî bû. Belkî jî, ji bo vê yekê eynî xewnan didît û hêrseke mezin hîs dikir li hember miyên xwe yên ku wan ew daîm mîna dostên xwe dihesibandin. Ji þerava xwe ya ji þîvê de mayî hinek vexwar û xwe li kulavê xwe ve pêça. Wî diaznîbû, piþtî çend saetan, bi berejorbûna rojê germeke xirab wê dest pê bike û ji rûyê vê jî, ew nekaribe miyên xwe li çolê bigerîne. Havînê, di van saetan de hemû Îspanya di xew re diçû. Germê, heta þev diket berdewam dikir, lê di vê demê de ew mecbûrbû, kulavê xwe bi xwe re bigerîne. Li gel her tiþtî, dema ku ji vî barî gilî û gazin dikir, bê guman, dihat bîra wî bi saya vî barî, wî, sermaya hiþk a sibezû qet hîs nedikir. "Em divê daîm amadebin ji bo dijderketina guherînên hewa yên ji niþka ve çêdibin," digot û difikirî di wê demê de; giraniya kulavê xwe bi minetî qebûl dikir. Sedemeke hebûna kulavê jî hebû, eynî wek hikmeta laþê xortê. Bi aveyekî ew der a te, ev der a min got û du salan li hemû deþtên Endûlîsî geriya û êdî hemû bajarên herêmê jiberkiribû; ew tiþtê ku wateyek dide jiyana wî, ger û lêger bû. Niyeta wî hebû, ji keçikê re þîrove bike, da þivanekî basît bo çi fêrê xwendinê dibe: Heta hîjde saliya xwe çûbû dibistana kêþetiyê. Dê û bavê wî dixwestin, kurê wan bila bibe dîndarekî. Ji bo malbateke gundî û feqîr, ku wek miyên wî, bes ji bo av û xwarinê dixebitin, ev daxwez avzêya rûmetê bû. Latînî, Îspanyolî û diyanetî xwendibû. Lê ji zarotiya xwe û pê ve, xeyala naskirina cîhanê kiribû, tiþtekî wiha girîngtir bû ji fêrbûna Xwedayê, an jî, ji fêrbûna gunehên mirovan. Êvarekê, dema diçû serdana malbata xwe bike, hemû cesareta xwe topkir û ji bavê xwe re got, "ez naxwezim bibim kêþe." Dixwest rêwîtî bike. - Kurê min, hemû mirovên dûnyayê ji vî gundî hatin û derbasbûn çûn. Hatin ku li vê derê tiþtên nû bigerin, lê qet neguherîn. Ji bo þatoyê bibînin, derdikevin ser girdeyan û biryar didin, ku paþeroj ji îro baþtir e. Rengê porên wan vekirî dibe, tarî dibe, ne xem e; hemû jî li mirovên gundê me diþivin. - Lê ez þatoyên welatên ku ev mirovan ji wê derê hatin, nizanim, lawik got û lê bersivand. - Ev mirovna, gava ku jin û zeviyên me dibînin, dibêjin em daîm dixwezin li vê derê bijîn, bavê xortê got û berdewam kir. Li ser vê yekê, lawik jî got: - Ez jî dixwezim jin û axên cîhê, ku ew ji wir hatine binasim. Ji ber ku qet yek li vê derê, bi me re namînin. - Lê bêrîkên van bi pere tijî ne, bavê wî got. Li van deran, li cem me, bes þivan dikarin welatên din bibînin. - Wê çaxê ez ê jî bibim þivan. Li ser vê yekê, bavê wî qet tiþtek negot. Sibetirê, Keseyek da kurê xwe, ku tê de sê lîrayên zêr ên Îspanya kevin hebû. - Min rojekê ev di zeviyê de dîtîbûn. Min niyet hebû, di merasîma qebûlbûna kêþetiya te de evna li dêrê bibexþînim. Here, ji xwe re birekê bistîne û heta tu fêrbibî, ku þatoyên herî baþ yên me ne, jinên herî baþ jî jinên me ne, li cîhanê bigere û bifitile. Û mêrik, lawê xwe pîrozand. Lawik, di çavên bavê xwe de jî daxweza gera cîhanê dît. Ji bo ku her þev xew bike, bixwe û vexwe li heman cîhê mabû û bi salan tekoþîna rizgarbûna ji vê daxwezê dabû, lê hîna jî ev xwestek wisa bi jiyande mabû... Paulo Coelho / SÎMYAGER / ROMAN Werger: Zeynel Abidîn / HAVÎBÛN Navê eslî: O Alquinista Çapa Yekem : Hezîran-2003/Berlîn Navnîshana Daxwezê:





