|
20 Mart 2009
Min ji bêriya te paywend kevin kirin/ Ahmed Arif
Kurdistan News-KNN /Pirtûk/ "Krîvo, wilo binîvs rewşên min / Rêwayet tê zanîn belkî / Çiçikên gul, ne / Guleyên domdom / Parçe parçe di devê min de..." (Min ji bêriya te paywend kevin kirin-Ahmed Arif)
1
Ev çiya, çiyayê Mengenê ye
Dema şefeq davêt li Wanê.
Ev çiya çêla Nemrûd e,
Dema şefeq davêt hemberê Nemrûd.
Aliyekî te aşît digire, asoya Qefqas,
Aliyekî te siccade milkê Ecem e.
Li serjoran çetelên cemed,
Kevokên fîrar li ser delavan
Û gêşkuna membiz,
Gîwalên kewan...
Egîtî nayê înkarbûyînê
Di şerê yek bi yek de bin neketin,
Ji hezar salan virde, kurên vê derê.
Were, em nûçeyan ji kû bidin!
Ne refên quling in ev,
Li esîmana birca stêrk jî nîn in,
Dilê sîûsê guleya,
Sîûsê kanîya xwînê
Naçe,
Gol bûye li vî çîya...
2.
Kêvruşkek rabû ji binê berkaş
Pişt belek
Zik, şîr-sipehî
Kêvruşkek çiya, ducan û xerîb
Dilê wê, di devê wê de, wilo reben
Mirov tîne tobekirinê
Tenha bûn, tenha bûn wext
Berbangek bê qisûr û tazîrût,
Lê nêrî, ji sîûsê yekî
Li zikê wî, valayiya birçîtiya giran
Por û rîş bihustek,
Li bersingê wî, sîpî...
Mêzekir, dest û mil lêxistî,
Egîtekî dil cihenem,
Yek kêvruşka xerîb,
Yek jî, li dûmayiyan...
Ket bîrî filînta binaz,
Belgiya wî binê wî de xeyîdî
Ket bîrî, cehnûya ji deşta Heran înayî,
Perçema hêşîn, bi morî
Û enî herikandî
Sê panî qerqaş,
Êşkînî, xowerde û livî,
Mihîna dor û seglavî.
Çawa firyabûn liber Hozatê!
Niha wisa bêçar û girêdayî,
Wilo li paş wî namlûyeke sar,
Nebûya,
Dikaribû penaya serberziyan ba.
Ev çiyan, ev çiyayên bira, qedirzan in,
Îznaxwedê mirov naşermînin van destan.
Xweliya cixara bi şewat,
Zimanê margîskê ku,
Çetel çirûsk dibe li rojan,
Destên hostayê ku,
Bi yek avêtinê difirand.
Ev çavên ha, tu car neçar nebûyîne
Qiyameta bihurên ku benda aşît in
Xiyanetiya nermok û befrîn
Ya newalan...
Çavên wî yê ku ji berê de zanî
Bêçar,
Ew ê bihata kuştin,
Ferman qetî bû,
Êdî marûmûrên kor, çavên wî,
Teyrên kelax jî, dilê wî bixwarana...
3
Hatime kuştin
Li bihureke bêkês û serî çiyê
Radikevim,
Bi xwîn, dûr û dirêj,
Wexteke nimêja sibê...
Hatime kuştin
Xewna min ji şevan reştir
Xêrdanekî min nîn e,
Canê min hildidin bê ecel,
Neşêm, li pirtûkan bicîh bikim...
Şîfre daye paşayekî
Hatime kuştin bê dadî, bê pirsiyarî.
Krîvo, wilo binîvs rewşên min
Rêwayet tê zanîn belkî,
Çiçikên gul, ne,
Guleyên domdom,
Parçe parçe di devê min de...
4.
Fermana mirinê cespandin,
Dûyê çiyayê şîn,
Û bayê sibezûya xewşiyar,
Bi xwînê ve têwerdan.
Paşê tifing rast kirin li wirka,
Himbêzên me pişkînîn,
Û lê geriyan,
Yek bi yek nêrîn.
Şûtika min a sor, qumaşê Kirmanşahî,
Tizbîh û tebaqa min hildan, çûn,
Hemû jî diyarî bûn ji warê Ecem...
Kirîv in em, birayên hev in, bi xwîn girêdayî ne,
Bi gund û eşîrên w`alî,
Qîz dane hev û înan e bi sedî salan
Cînar in em, bersîngên hev,
Tevlîhev dibin mirişkên me
Ne ji nezanî,
Ji ber feqîri...
Germ nebûye dilê me bi pasportê
Ev e gunê me û sedema qetlê me,
Êdî nijdevan re derdikeve navê me
Mîşextvan re
Şêlanger re
Xayîn re...
Krîvo, wilo binîvs rewşên min
Rêwayet tê zanîn belkî,
Çiçikên gul, ne...
Guleyên domdom,
Parçe parçe di devê min de...
5.
Lêxin lawo lêxin,
Ez namrim hêsan.
Li tifik, koza min a xilavî,
Li zikê min, peyva min heye,
Ji rewşzana re.
Bavê min çavên xwe dan li ber Ruhayê
Sê jî, birê xwe,
Sê selwên binaz,
Sê parçê çiyê ku umrên xwe netêr
Ji bircan, ji tûman, ji minareyan
Zaroyên kirîv û xisim, zaroyên çiya,
Dij Dorpêça Fransî disekinîn dema
Simêlê wî nû derketî,
Xalê min ê biçûk, Nazîf,
Serxwe
Bi lez
Û siwarê baş...
Gelî birano gotiye, lêxin ha!
Roja namûsê ye
Û rakiriye hespê xwe piya...
Kirîvo, wilo binîvs rewşên min
Rêwayet tê zanîn belkî,
Çiçikên gul, ne...
Guleyên domdom,
Parçe parçe di devê min de...
Min ji bêriya te paywend kevin kirin
Helbest - AhmetArif
Werger - Zeynel Abidin
çapa 3. 2005 Berlin
5,00 €
Navnîşana Daxwezkirinê:





