|
20 Mart 2009
"Pîr Sûltan Evdal im, ez bi peyman im"
KNN/Pirtûk/ Dîwana hozan û feylesofê mezin yê ji warê bakûrê Kurdistanê Sêwasê Pîr Sûltan Evdal ya bi navê "Pîr Sûltan Evdal im ez bi peyman im" di sala 2003 de ji nav pirtûkên HAVÎBÛN hatibû weshandin. Dîwan ji aliyê Zeynel Abidîn ji Tirkî bo Kurdî hat wergerandin. Pîr Sûltan Evdal li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê wek feylesofekî bingeha hozanvaniya tasavûfî û baweriya Kûmsoriya (Qizilbashî) Kurdistanê dihê zanîn. Ew bixwe di dema Osmaniyan de ji aliyê paşayê Osmanî hatiye bi darve kirin.
Weşanxaneya Kurdî HAN GRAFÎK vê dîwana bi nirx niha ji nûve diweşîne.
Kerem bikin çend helbestên hozanê mezin bixwînin...
KNN/Hawar Elî
Bimeşe lo Xizir Paşe
Çerxa te jî dişkê rojek
Padişahê tu pê bawer,
Ew jî hilwedişe rojek
EZ JÎ HATIM HINGÎ LI VÊ CÎHANÊ
Ez jî hatim hingî li vê cîhanê,
Bêdera min a cot zivir heye!
Çi bikim dûnyayê, mal û mewdanê,
Mecala min a ku bijmêrim heye!
Hesabê vî milkî ji me dipirsin,
Lewma weliyan ji min dikişin,
Bi xova heramiyan, me ditirsînin
Min karwana barê awreşim heye?
Pîr Sûltan Evdal im, derdêm navdar e,
Jehr bû şekrên ku min ew mijyane,
Min dîlberek hezkir, xeyba min kirine,
Ma xeyrî Pîrê min dildarim heye!
TENBÛRA MIN A ZERYAN
Hêy tenbûra min a zeryan
Tu jî bo çi wer dinalî
Nêv kolayî, derdêm giran
Ez ji bo vê wer dinalim
Ser milê min perdan kirin
Xwedî hezar derdan kirin
Şeva aynê ceman birin
Ez ji bo vê wer dinalim
Têl bi milên min ve kirin
Fêrê hezar ziman kirin
Bûm bilbilê gilî û gazin
Ez ji bo vê wer dinalim
Texte danîn ser singê min
Bi ro bi şev min mizdidin
Hem lêdixin min dikolin
Ez ji bo vê wer dinalim
Were ba min tenbûra min
Li ser çokan te xewînim
Dîsa teng bû ev sebra min
Ez ji bo vê wer dinalim
Tenbûra zer navê min e
Hewar li min çûn ezmane
Hostayê min Pîr Sûltan e
Ez ji bo vê wer dinalim
ÎNKAR ROJEK PARÇE DIBE
Karwan rabû, dem siwîn e,
Dinalîne hem zarîn e.
Dil bikeve rindikekê,
Bi gul dibe, dilorîne.
Li baxçê me gul şîn dibe,
Bilbil li şaxê dixwîne,
Maniyek tê, kalek davê,
Karên çêyî paşve dibe.
Bilbil tê li şaxê konbe,
Xetayek wê li gul nabe,
Neyarekî kevir davê,
Werdek li gol bîmar dibe.
Pîr Sûltan im, em koç bikin,
Ji destê Pîr bade vexwin,
Ji minkûran dûr bikevin,
Înkar rojek parçe dibe.
HÊY DILÊ MIN Ê DÎWANE
Hêy dilê min ê dîwane
Ketim serê çiyan tenê
Vê cefayê bi serê xwe
Min dît gelek maîl tenê
Çiyayên ji çiyan berze
Çiya naşên li ber hêze
Kûl bi sê roj û sê şev e
Bêjim xilas nabe tenê
Ger xwe bigîhînim Şahî
Bigrim xêr û gulbengahî
Li Çemêsor mîna lehî
Biherikim nabe tenê
Pîr Sûltan im hêy weliyan
Ji bo kesên xwe niyazan
Sê û çil û heft neferan,
Mûrwetê re hatim tenê
DIGERIM JI DIL RE HEMRAZ NABÎNIM
Rabû koçkir dilê min ê dîwane
Dixwezim rêkevim, hevrê nemane
Li warên xerîbî mame bi tenê
Digerim ji dil re hemraz nabînim
Warê xurbetiyê li min felek e
Kezeb bi arê eşq mîna bejing e
Sofî bê mûsaîb xerîb xeweng e
Mûsaîb hebe jî hemraz nabînim
Pîr Sûltan Evdal im, ya rastî heye
Heramî pir, oxra dilan jî heye
Lê ji bo her serî êşekê heye
Seriyekî bê êş mayî nabînim
SER SERÎ NEKEV MEYDANÊ
Ser serî nekev meydanê,
Aşiqan ehwal dixwezin.
Bi qelaşî dem neborîne,
Ehlê tesdîq hal dixwezin.
Ji qefla xew şiyar bibe
Îsbat xwestin dîhar bibe
Ji her aşiq sohbet nabe,
Bi îqrarek rê dixwezin.
Welî dilîzin nakevin,
Di vê rê de hîle nakin,
Harmuhre nayê firotin,
Gewher yan jî lal dixwezin.
Pîr Sûltan im, tu çi dikî,
Mişkûl dibêjî hal dikî,
Mêş î, gulan serdan dikî,
Sibê ji te hingiv dixwezin.
WERE DIKANÊ BAZAR BIKE
Were dikanê, bazar bike,
Ji rik bitirs, hazar bike,
Li hîv û roj nazar bike,
Hîv Alî ye, roj di nûr de.
Hîv Alî ye, roj Mûhammed,
Sê sed û şêşt û şeş sûnet,
Masî li avê man hesret,
Çerx dizvirin nav golê de.
Nav golê de çerx dizvirin,
Ji ber tîbûnê diqelin,
Mûmîn li sejdê rûdinin,
Seyîr heye nav seyrê de.
Ji ber hêzê, mêş bûne har,
Hemû dikişînin dîzar,
Guhbidine niha tê zar,
Mêş dîlîze nav hingiv de
Pîr Sûltan im, hêy qaziyan,
Nivîsîne reşnivîsan,
Talib mûrşîdê xwe diviyan,
Dil dîlîze nav ziman de
DILDAR BO ÇI EHWALÊ MIN NIZANÎ?
Dildar bo çi ehwalê min napirsî?
Birînên dilê min cûrbe cûrbe ne.
Eger şîret bidim, wê jî hilnagrî,
Birînên dilê min cûrbe cûrbe ne.
Ba neke, zilfên te li ber bayê ne,
Bilbil fîgan dike, hember gulan e,
Were, ber xelkê biyan min negrîne
Birînên dilê min cûrbe cûrbe ne.
Ax çi bikim, li pêş me mirin heye,
Mirin dibên jê re, ew zalim heye,
Ji bo gîr û kenîn halê min heye,
Birînên dilê min cûrbe cûrbe ne.
HILKIŞIYAM LI JOR,
MIN LÊ SEYRAN KIR
Hilkişiyam li jor, min lê sêyran kir,
Şahiya dil xeyîdî qet nayê dîtin.
Dostan ji me muhebeta xwe rakir,
Di îqrarên xwe de wehd nayên dîtin.
Yên xwîna wan bi min loqme xwarîbûn?
Ser û canê xwe li rêya dost danîbûn?
Berî ku tu bimrî, ez bimrim gotîbûn?
Dost jî paş ve revîn qet nayên dîtin.
Dîsa berf û belekî bû serê çiyan,
Qet naskine, diherike hêsra çavan,
Yek çûbe ji destê kesek bê viyan
Di cema rastî de dest nayê dîtin.
Em digeriyan di îrfan û sazê de
Em jî hebûn di cem û niyazê de
Ji me re dîhar bû xwîn Sêwasê de
Xizir Paşe em kuştin qet nayê dîtin
Pîr Sûltan im ez destim li demanê
Navê min Heyder e, neslêm ji Yemanê
Halek bê serê xerîb li vê zemanê
Li wê, dostê her kes qet nayê dîtin
DERD EZ HILBIRIM
Hêy weliyên li jor li jêr dinivin,
Bigîhin hêy hewar, derd ez hilbirim!
Serê xwe hildim bi kû ve biçim,
Li cîhên ku çûme, derd ez hilbirim.
Rûnîşt û bi min re taetê danî,
Derewan kir hem li rûyê min kenî,
Bû şûrekî tazî ser min de anî,
Lêxist parçe parçe derd ez parkirim.
Borana ser me de wek zivistan e,
Li pencên bazê hûr wekî teyran e,
Li siwîngê mîna xewnek tirsan e,
Bi hewar bi gazîn derd ez hilbirim.
Evdal Pîr Sûltan im, min dil janîn e,
Neşêm bêjim kesek, dilê min şîn e,
Nîzanim dîn bûye, an jî fêrgîn e,
Bi evînek wisa, derd ez pêçandim...
Pîr Sûltan Evdal im Ez bi Peyman im
Helbest - HAVÎBÛN
2003-Berlin
Werger:
Zeynel Abidîn
5,00 €
Navnîşana daxwezkirinê:





